Cîhan
Pûtîn û Merkelê hilwesandina Almanyaya Nazîyan li hevdu pîroz kir
PeyamaKurd –Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, beriya 9ê Gulanê Roja Serfiraziyê ango 75 saliya hilweşandina Almanyaya Nazîyan û têkdana faşîzmê ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve, hevdu pîroz kirin.
Kremlînê bi daxuyaniyekê ragihand, Pûtîn û Merkelê pêwendiyeke telefonî ligel hevdu kirine û beriya Roja Serfiraziyê di salvegera 75emîn a rizgarkirina dinyayê ji faşîzma naziyan, hevdu pîroz kirine.
Roja Serfiraziyê ya 9ê Gulanê hem ji aliyê Rûsyayê ve hem jî ji aliyê Almanyayê ve wekî rojeke taybet û nîşaneyeke dîrokî ya jibîrkirina şerê qewimîye tê dîtin.
Li gorî Kremlînê herdu serokan diyar kirine ku ew amade de di têkoşîna dijî koronayê de hevkarî û alîkariya hevdu bikin.