TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin û Netanyahû danê nîvro axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 24 tebax 2019 00:59

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi serokwezîrê Îraîl Benyamîn Netenyahû re di rêya telefonê de axifî û behsa hevkariya Rûsya û Îraîlê li Sûriyê kirin. Li gor ragihandina Kremlînê; her du rêvebir li ser mijarên herêmî axifîn. Kremlîn di ragihandinê de weha got:

“Her dû rêvebir bo têkoşîna ortax ya li dijî terora navdewletî û di mijara Sûriyê de, dewama hevkariya Rûsya-Îsraîlê û berjewendiyên dualî anîn ziman.”

Netenyahû bo Putin behsa xwe ya seredana Ûkraynayê kir û di mijarê de agahî da Putin. Hevkariya bazirganî û xurtkirina aborî ya di navbera Rûsya û Îsraîlê de, babeteka din ya axaftinê bû.

Parve bike: