TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn û Netenyhû Hevdîtin kirin

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2023 01:56

PeyamaKurd - Ji Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê hat ragihandin ku Vladîmîr Pûtîn û Benyamîn Netenyahû bi telefonê hevdîtin kirine. 

Li gor wê daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû ji bo hewldanên welatiyekî Îsraîlî ku hemwelatiyê Rûsyayê ye jî, sipasî û minetdariya xwe bo Pûtin ragihandiye. 

Li gel vê yekê Netenyahû nerazîbûna xwe ji ber gotarên ku ji aliyê rayedarên Rûsyayê ve li civînên Neteweyên Yekbûyî û platformên din bo Îsraîlê bilêv kirine û ji pêwendiyên metirsîdar yên Rûsya û Îranê jî bo Pûtîn diyar kiriye. 

Dîsa Serokwezîrê Îsraîlê ji Pûtîn daxwaz kiriye ku pêkutiyan ji bo rizgarkirina dîlên li Kerta Xezzeyê li Rêxistina Xaçasor bike kiriye. 

 

Parve bike: