Cîhan
Pûtîn vîzeya bo ‘welatên ne dost’ sînordar kir
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, ji bo ‘welatên ne dost’ hêsankariyên bo vîzeyê dan rawestandin.
Hikûmeta Rûsyayê di 23yê Nîsanê de bi biryarnameyekê lîsteyeke welatên ne dost erê kiribû ku ji wan welatên li dijî Rûsyayê derdikevin û dorpêç li ser danîbûn pêk dihat. Rûsyayê yekem biryara xwe ji bo wan welatan da û vîzeya wan sînordar kir.
Hinek welatên ku di lîsteya ‘welatên ne dost’ a Rûsyayê de cih digirin ev in: Amerîka, welatên Yekîtiya Ewropa, Brîtanya, Koreya Başûr, Japonya, Ukrayna, Îsvîçre û Sîngapûr.
Herwiha di nav vê lîsteyê de 15 welatên din jî hene ku dorpêç danîne ser Rûsyayê.