TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin wê karibe heya 2036an bibe serokkomar

Admin M
Nivîskar
📅 14 adar 2020 22:58

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin biryarnameyekî îmze kir ku dê ew karibe heya sala 2036an bibe serokkomarê Rûsyayê. Putin, biryara ku wê karibe di sala 2024an de, di hilbijartinên serokkomariyê de bibe namzed, îmze kir.

Biryarname an qanûna ku Putin îmze kir, wê bişînin dadgeha destûrê. Eger biryarname li gor qanûna bingehîn be, wê Putin bo 22 yê nîsanê biryarê bixe referandûmê an ku ber raya xelkê. Eger di referandûmê de %50 dengan bigre, wê bibe qanûn û bê bicîhanîn.

Di biryarnameyê de gelek xalên din hene yên weka zimanê fermî, statuya damerêneran ya milletan, herêmên federal, endamên hukumetê, erka parlementoyê û gelek tiştên din.

Parve bike: