TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin: Wê operasyon berdewam bike, Rûs û Ukraynî yek gel in

Admin L
Nivîskar
📅 04 adar 2022 13:59

PeyamaKurd Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derbarê şerê li hember Ukraynayê de axivî û got: “Wê operasyona me berdewam bike.”

Vladimir Putin di roja 8emîn a êrîşa li ser Ukraynayê de axivî û da zanîn: “Wê operasyon berdewam bike. Rûs û Ukraynî yek gel in, ez ji biryara xwe venagerim.  Leşkerên me xwe feda dikin.”

Putin eşkere kir: “Rûsya û Ukrayna yek gel in” û got: “Leşkerên Rûsya çeperên tund ên Ukrayna şikandine. Çekdarên kirêgirtî li Ukrayna xelkê sivîl kirine mertal. Artêşa Rûsya rêyên mirovî ji bo wan kesan vekiriye ku dixwazin ji navçeyên şer derkevin.”

Herwiha Putin destnîşan kir: “Artêşa Ukrayna çekên giran di nav cihên nîştecîbûnê de belav kirine” û li ser rewşa şer jî got, “ Pilana me li Ukrayna bi başî birêve diçe.”

Herî dawî di derbarê rewşa xelkê sivîl û biyaniyên li Ukrayna jî diyar kir: “Zêdetirî hezar xwendekarên biyanî li Xarkîvê bi barimte hatibûn girtin” û herwiha diyar kir: “ Gelê Rûsya şanaziyê bi artêşa xwe dike û piştgiriya wê dike. Em ê berevaniyê li welatê xwe bikin û Naziyên nû jinav bibin.”

Parve bike: