Qada asmanî ya Qerebaxê ji firînan re hat qedexekirin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Ermenistanê Şuşan Stepanyan, piştî peymana bidawîkiran şer got, Hêzên Asmanî yên Ermenistanê û Rûsyayê ji bo Qerebaxa Çiyayî herêma qedexekirina qada asmanî ragihandine.
Stepanyan herwiha li ser firîna balafirên bêmirov ên Tirk Bayraktar jî diyar kir ku ew nerast e û got, ew herêm ji firînê re hatiye qedexekirin û biryar ligel Rûsyayê hatiye dayîn.
Stepanyan gotiye, tenê balafirên sivîl û leşkerî yên berê werin agahdarkirin dikarin bi ser Qerebaxê de bifirin.
Peyamana bidawîkirina şerê Qerebaxê ku 27ê Îlonê dest pê kiribû, 10 Mijdarê bi amadebûna Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hatibû îmzekirin û biryar hatibû dayîn, hêzên parastina aştiyê yên rûsî li Qerebaxê werin bicihkirin.