Qanûna parêzeriyê û Baroyê hat guhertin
PeyamaKurd- Heya niha li gor qanûnên Tirkiyê tenê yek baroyekî parêzeran hebû û hemû parêzer di bin sîwana wê de diciviyan. Îro di meclisa Tirkiyê de qanûna parêzer û baroyê guherinadin û ji niha û pê de wê parêzer karibin ji baroyekî zêdetir baroyan ava bikin. Li gor qanûna nû; hinek xalên baroyê û parêzeriyê weha ye:
-Li bajarekî eger ji 5 hezarî zêdetir parêzer hebin wê parêzer karibin bi 2 hezar parêzeran baroyeka dinê ava bikin. Di nava jimara parêzeran de parêzerên ku di dezgeyên dewletê de jî dixebitin an di şîrketekî de dixebitin, di nava wê jimarê de ne.
-Eger li bajarekî jimara baroyan ji yekî zêdetir be parêzerên ku staja xwe dikin wê karibin dewreya piştî li daggehan li baroyekî ji wan staja xwe bikin. Staja parêzeran dê ji aliyê du parêzeran de bê îmzekirin.
- Parêzer wê karibin di bin sîwana yek ji wan baroyan de bi ortaxî bo xwe buro vekin. Şiklê cubeyên parêzeran ji aliyê Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyê dê bê tesbîtkirin.
- Eger di derbarê parêzerekî an baregehek wan de gilî hebe, wê kontrola wan ji aliyê dozger û nûnerê baroyan de bêkirin. Dikarin bi hevre li buroyên wan bigerin.
-Baroya ku parêzer endamê wê ye û parêzer li pey biryara nivîskî ya baroyê neçe, rêvebiriya baroyê dikare ji 10 hezarî heya 100 hezarî bi perê Tirkiyê ceza bide parêzerî. Mafê parêzer heye ku di nav 15 rojan de îtîraza xwe bo li heyeta dîsîplînê ya baroyê bike.
-Parêzerê ku nû dest bi karê xwe bike, wê mehaneya baroyê an salaneya baroyê heya 5 salan weka hev bimîne û neyê zêdekirin.
-Parêzer kîjan baroyê bixwaze wê bibe endamê wê baroyê.
-Eger jimara endamên baroyê bikeve binê 2 hezar endaman, wê ew baro ji ortê rabe.
-Navê baroyan wê bi navê bajaran bên navandin. Li gor seredanê rêza baroyê, wê navên wan bikevin rêzê.
-Hilbijartina rêvebiriya baroyan wê ji 2 salan carekî bibe û di salên ku dawiya wan bi reqem cot diqedin de bibe û wê di cotmehê de, di hefteya ewilî de hilbijartin çêbibe.
-Bo hilbijartina giştî ya seranserê Tirkiyê serokê baroyê û 4 delege wê baroyê temsil bikin. Eger endamên wê di ser 5 hezarî de bin, wê bi delegeyekî zêde tevlî hilbijartinê bibin.
-Di temamên baroyan de, wê di sala 2020an de di meha cotmehê de û di hefteya ewilî de hilbijartin bêkirin. Bo hilbijartina serokatiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyê, bo rêvebiriyê, bo Heyeta Dîsîplînê, bo Heyeta Kontrolê, di nav meha dawiyê ya salê de çêbibe.
Xalên qanûn hêj zêdetirin û xalên girîng yên li jorê xalên bingehîn yên qanûna nû ne.