Qanûna sînordarkirina medya civakî derket: Li Karmendan WhatsApp hat qedexekirin
PeyamaKurd – Şeva borî li Parlamena Tirkiyê bi dengên herdu partiyên deshilatdar AKP-MHPê yasaya sînordarkirin û kontrolkirina medya civakî ji aliyê dewletê ve derbas bû.
Tevî hemû nerazîbûnên opozîsyona Tirkiyê jî qanûn bêyî ti guherînekê ji parlamenê derbas bû û kete pratîkê.
Li gorî wê qanûnê berpirs û xwediyên platformên medya civakî yên wekî; Twitter, Facebook û her wekî din, divê nûnertiyên xwe li Tirkiyê bi fermî deynin û dema ji wan bê xwestin jî parvekirinan asteng bikin û jê bibin. Herwiha tê xwestin ku xwedî û berpirsên medya civakî bacê bidin Tirkiyê ku heger li gorî pîvanên yasaya nû tevnegerin jî wê cezayên giran bo wan bên dayîn.
Piştî ku yasaya sînordarkirina medya civakî derket, medya Tirk ragihand ku platformên wekî WhatsApp û Telegram jî bo karmendan hatine qedexekirin ku dê ji niha şûn de tên bikarin bernameyên xwemalî di şandina peyam û belgeyan de bikar bînin.
Li gorî rêbernameya ku li karmendan hatiye belavkirin, êdî ji ber ewlehiya sîber nikarin di karûbarên fermî û kar de, sepanên wekî WhatsApp û Telegramê bikar bînin, lê li şûna wan jî wê bernameyên xwemalî bên bikaranîn.