Cîhan
Qasim Suleymanî miftiyê Iraqê xelat kir
PeyamaKurd - Bandora Îranê li ser Iraqê piştî avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê jî bi xurtî berdewam dike ku milîşeyên Heşdî Şabî yekser bi Îranê ve girêdayî ne û bandorê li ser siyasetê û mercên olî dikin.
Herî dawî roja Sêşemê (4.12.2018) Fermandarê Giştî yê Hêza Quds a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Heşda Şebî Ebu Mehdî el Muhendis li Iraqê bi miftiyê Ehlî Sunnet Şêx Mehdî Sumaydaî re hevdîtinek pêk anîn.
Li gor malpera welayet news a Îranî di hevdîtinê de danûstandina fikrî hatiye kirin û Qasim Suleymanî, şûrê Hz. Alî yê sembolî wekî diyarî pêşkeşî Sumaydaî kiriye.
Suleymanî dema diyarîkirina şûrê ‘Îmam Alî’ gotiye, 'Ev nîşaneya dorhatina azadkirina Filîstinê ye'.