Cîhan
Qatar û Amerîka rewsa Fîlîstînê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Qatarê QNA ragihand ku wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî, cîgira musteşarê wezareta karên derve ya Amerîkayê ya ji karên Rojhilata Nêz berpirs Barbara Leafê li payîtext Dohayê qebûl kiriye.
Di hevdîtinê de li ser rewşa Fîlîstîn û Îsraîlê ya dawî û ji bo asta şer daxînin axifîne. Al Sani ragihandiye ku welatê Qatarê qebûl nake ku sîvîl, jin, zarok di şer de bibin hedef, xelkê bi zorê ji ser axa wan rakin û cezayê komkî bidin wan.
Al Sani behsa girîngiya ji bo êrîşa ser Xezzayê raweste û bigihên encama aştiya berfireh û adilane, behsa girîngiya xebatên herêmî û navdewletî kiriye.