Cîhan
Qatar û Îran li ser rewsa Xezzayê axifîn
PeyamaKurd – Emîrê Qatarê Şêx Tamim bin Hamad Al Sani, di rêya telefonê de bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li ser rewşa Xezzayê axifîn û Reîsî got ku divê welatên Misilman hemû bi hevre tevbigerin. Sanî di rêya telefonê de weha got:
“Bûyerên li Xezzayê diqewimin, encama durûtiya siyaseta Rojava ye. Welatên Îslam dikarin bi yekîtiya xwe vê makîna şer rawestînin.”
Serokkomarê Îranê Reîsî jî ragihandiye ku Amerîka û welatên rojava ji bo Îsraîl êrîşê ser Xezzayê bike rê dane Îsraîlê.