TR KU SO
FB X
Cîhan

Qedexeya li ser al û sembolên Rusyayê, hat rakirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 gulan 2023 02:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Almanyayê dadgehê destûreke beşkî da ku al û sembolên Rusyayê, ji bo meşa "Alaya Nemir" ku tê plankirin di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê de were lidarxistin, werin pêşandan.

Radyo RBB ragihand ku dadgeha Berlînê bi awayekî beşkî qedexeya nîşandana ala û sembolên Rusî ji bo meşa "Alaya Nemir" rakir.

Polîsê Berlînê ragihand ku di meşa ku dihat plankirin ku ji Kolana 17 Hezîranê dest pê bike û li abîdeya Tiergartenê bi dawî bibe, ji bilî şervanên Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bikaranîna alayên Rusya û Ukraynayê ji kesên din re qedexe ye. 

Parve bike: