TR KU SO
FB X
Cîhan

Qeter: Di helîkoptera ketî de 6 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 adar 2026 15:36

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Qeterê ragihand ku di qezaya helîkopterê ya ku îro 22yê Adarê li nava ava deryayê ya welêt rû da de, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina kesekî winda hîn berdewam dikin.

Piştî ku helîkoptereke Qeterê ji ber pirsgirêkeke teknîkî li ava deryayê ya welêt ketibû, derbarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane de daxuyanî hat dayîn.

Wezareta Karên Navxweyî ya Qeterê diyar kir ku di qezaya îro de 6 kesan can daye û da zanîn ku tîmên rizgarkirinê bi lez û bez hewl didin ku kesê din ê winda bibînin.

Parve bike: