Qeys Xezelî: Me daxwaza Amerîka ya çekberdana wek PKKê red kir
PeyamaKurd - Emîndarê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî ragihand ku Amerîkayiyan bi riya navbeynkarekî ji wan xwestine ku beşek ji çekên xwe yên stratejîk radestî artêşa Îraqê bikin, lê wan ev pêşniyar red kiriye.
Xezelî diyar kir ku ew radestkirina çekan bi awayê ku li Sûriyeyê an jî ji aliyê PKKyê ve hatibû kirin qebûl nakin û got, "Her kesê ku bi vî rengî çekan deyne, bila xwe amade bike ku rih û simbêlên wî werin kurkirin."
Xezelî bal kişand ser dîroka girîng a 30ê Îlonê ku tê de biryar e hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji Îraqê vekişin û da zanîn ku pirsgirêka çekan divê di çarçoveya biryareke niştimanî de bê çareserkirin.
Li ser mijara serokwezîriya berê jî Xezelî diyar kir ku Mihemed Şiya Sûdanî ji ber helwesta xwe ya di mijara piştgiriya Îranê de baceke giran da û nekarî cara duyem bibe serokwezîr.