TR KU SO
FB X
Cîhan

'Qeyûman hemû saredarî talan kirine, wê xalîçeyê werînin!'

Admin H
Nivîskar
📅 30 nîsan 2019 22:41

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî di gotara xwe ya koma parlamenê de bal kişand ser encamên hilbijartinê û got, “Tirkiyeyê demokrasî û aştî hilbijart. Divê ji hilbijartina 31ê Adarê ders bên derxistin. Desthilatdariyê winda kir û li pişt xwe jî kavil hişt. Bila kes moralê xwe xerab neke, HDP dê vê kavilê ji holê rake. Emê hesab ji wan bipirsin.”

Temellî li ser kiryarên qeyûman û deynên ku ji şaredarên HDPê re hiştine jî bal kişand ser ku ‘li Amedê qedayîf xwarine, li Mêrdînê çerez xwarine. Bi qasî nirşa mîlyonan xwarine. Li Wanê jî taştê xwarine. Çavê wan têr nabe. Van hestên xwe yên wijdanê winda kirine.’

‘JI KURDAN RE GOT, BIQEŞTIN BIÇIN’

Sezaî Temellî di berdewamê got, “Ji HDPiyan re got terorîst, ji kurdan re got biqeştin biçin. Me şaredarî ji qeyûman standin. Şaredarî wisa talan kirine ku niha ew gendeliya we derdikeve holê.”

Temellî axaftina xwe wiha domand: "Li vî waletî ji 20 mîlyonî zêdetir Kurd hene. Em ne terorîst in, HDP gel e û gel jî li vê derê ye. Emê hemû hesaban danin holê. Em hemû nelirêtiyên wan derdixin holê. Mijar ne tenê çerez xwarine. Deynên hîn mezintir hene. Avahiya Şaredariya Bîsmilê tuneye. Li Mêrdînê 80 wesayît dane Walîtiyê. Tam hişmendiyek talanker heye. Em çûn Wanê xalî li erdê nehiştibûn, wê xalîçeyê bînin.”   

‘ÊDÎ DEMA ME NEMAYE’

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, ji bo 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirine bang kir, “Divê em bikevin nava tevgerê. Êdî dema me tune ye ku em xemsar û ji nedîtîve tevbigerin. Desthilatdarî êdî nikare di şertên tecrîdê de Tirkiyeyê 4 salên din bi rê ve bibe.”

BANGA BEŞDARIYA 1Ê GULANÊ

Temellî banga beşdariya 1ê Gulanê kir û wiha pê de çû: “Sibe 1ê Gulanê ye û dem dema hatina gel hev e. Emê daxwaza guhertinê bi 1ê Gulanê re silav bikin. Ji bo vê em hemû welatiyên edalet û demokrasiyê dixwazin dawetî qadên 1ê Gulanê dikin. Emê jî weke HDPê bi dayîkên xwe re bi laçikên spî li qadan bin. Ji bo ku kes nemire û jiyana azad bibe, emê li qadan bin. Bijî 1ê Gulanê!"

Parve bike: