TR KU SO
FB X
Cîhan

Qonaxa duyem a şer: Amerîka rasterast dê beşdarî êrîşên li ser Îranê bibe

Admin İ
Edîtor
📅 09 adar 2026 15:35

PeyamaKurd - Îsraîl xwe ji bo pêngava duyem a şerê li dijî Îranê amade dike. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî yên pilebilind hatine wergirtin, di vê qonaxa nû de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê bi awayekî rasterast û berfireh beşdarî êrîşên li ser Îranê bibe.

Armanc teslîmbûna bi temamî ya Îranê ye 

Rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê ji ser zarê fermandarekî payebilind ê artêşê ragihand ku armanca sereke ya vê qonaxê êdî ne tenê lawazkirina Îranê ye, lê "teslîmbûna bêşert û merc" a Tehranê ye.

Fermandarê Îsraîlî destnîşan kir ku Tel Aviv û rêveberiya Trump li ser vê stratejiyê di heman nêrînê de ne û hemû hişyariya wan li ser radestkirina Îranê ye.

Amerîka bi leşker û çekên pêşketî dê beşdar bibe 

Li gorî plana şer, di hefteya yekem de Îsraîlê bi tenê êrîş pêk anîn, lê di pêngava duyem de ku tê pêşbînîkirin mehekê bidome, hêzên Amerîkayê dê dakevin qadê. Beşdarbûna Amerîkayê dê ne bi tenê bi dabînkirina çekan be; hat ragihandin ku hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkî bi çekên herî pêşketî û hemû şiyanên leşkerî dê beşdarî operasyonan bibin.

Êrîş dê zêdetir bibin 

Bi hevkariya Amerîkayê, Îsraîl plan dike ku qebare û dijwariya êrîşên xwe yên li ser navendên stratejîk ên Îranê zêdetir bike. Ev geşedan piştî hefteyekê ji êrîşên berdewam ên Îsraîlê tê, ku wekî nîşaneya destpêkirina serdemeke nû û dijwartir a şerê li herêmê tê nirxandin.

Parve bike: