Cîhan
Qralê Erebistanê malbata Kasikçi qebûl kir
PeyamaKurd- Qralê Erebistanê û kurê wî welîahd Mihemmed Bîn Selman malbata Cemal Kaşıkçı pêşiwazî kir. Ev kiryar di çapemeniya dinyayê de, weka pêngaveka mezin hat qebûlkirin. Hevdîtina ku di meqamê qral de hat kirin, kurê Cemal Kaşıkçı Salah Kaşıkçı jî di nav de bû.
Qral Selman di pêşwaziyê de weha got: “Kesên ku berpirsiyariya xwe neanîbe cî, wê hesabê wî bide. Kesên ji mirina wî berpirs û yên ku wezîfa xwe pêknanîne, her kî be wê hesab bide.”