Cîhan
Rakan Seîd amadekariyê dike ku biçe Bexdayê
PeyamaKurd - Parêzgerê Kerkûkê yê sepandî Rakan Seîd Cibûrî xwe ji bo parlamenteriyê amade dike.
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Cemal Şukir ji medya Kurdistanê re ragihand: “Rakan Seîd hewil dide heta namzedek bo parêzgerê Kerkûkê bê diyar kirin parêzger bimîne û nebe parlamenter.”
Eger Rakan Seîd biçe parlamentoyê û namzedê parêzger nehatibe zelal kirin, li gor peyrewa navxwe ya encûmena parêzgeha Kerkûkê, qaymeqamê qeza navendî dê bibe parêzger û dê xwediyê hemû desthilatên parêzger be.
PDK û YNK di guftûgo de ne bo diyarkirina parêzgerê Kerkûkê, ku YNK li ser rijd e ew paye bo wan be.