Rapirsî: Kîjan namzed li pês e?
PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya "Hilbijartina Serokomariyê" ya ku Metro POLLê weşand, çend roj beriya hilbijartinan namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya ji % 42,6 dengan di rêza yekem de cih girt.
Li ser hilbijartinên ku dê di 14ê Gulana 2023yan de li bajarên bakur û Tirkiyeyê bên kirin, rapirsî û lêkolînên li ser hilbijartinan berdewam dikin.
Serokê Kompaniya Lêkolînê ya Metro POLL Ozer Sencar, daneyên rapirsiya meha nîsanê ya li ser hilbijartinên Serokomariyê parve kirin.
Li gorî vê yekê, her çend namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu li pêşiya namzetê Tifaqa Komarê Tayip Erdogan be jî hilbijartin dê bimîne gera duyemîn.
Di rapirsiyê de pirsa "Heger namzedên ku navên wan li jêr hatine rêzkirin, ji bo hilbijartina Serokomariyê bimînin, hûn ê dengên xwe bidin kîjan namzedî?” hat pirsîn û ev encam hatin parvekirin:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 42,6
Recep Tayîp Erdogan: Ji % 41.1
Muharrem Înce: Ji % 5
Sînan Ogan: Ji % 2.2
Bê biryar: Ji % 4.4
Dengên protestoyê: Ji % 1.6
Bê bersiv: Ji % 3.1
Li gorî rapirsiyê, rêjeya dengên namzedê Serokomariyê yê Partiya Memleket Muharrem Înce, ji % 5, dengên namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî ji % 2,2 bû.