RAPIRSÎ / TIRKIYE | ‘Erdogan bi hemû awayan jî winda dike’
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Avrasyayê Kemal Ozkiraz ku encamên rapirsiya meha Hezîranê eşkere kiriye, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di hemû bijardeyên namzedan de jî bi ser nakeve.
Kemal Ozkiraz, li ser kanala YouTube Avrasya Anket di weşana zindî de encamên rapirsiya meha Hezîranê bi raya giştî re parve kir û eşkere kir; rêjeya dengên AK Partiyê daketiye bin sedî 30î û got: “Erdogan bi hemû awayan jî winda dike.”
Encamên rapirsîna Kompaniya Avrasya yên meha Hezîranê wiha ne:
Di bersiva pirsa “Eger vê yekşembê hilbijartin çêbibe dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?” de, berî ku bêbiryar bên belavkirin rêjeya dengên AKPê ji sedî 25, rêjeya dengên CHPê ji sedî 22,9, rêjeya dengên ÎYÎ Partî ji sedî 12,8, rêjeya dengên HDPê ji sedî 9,4, rêjeya dengên MHPê ji sedî 6,0, rêjeya dengên Partiya DEVA ji sedî 3,8 û rêjeya dengên Partiya Pêşerojê jî ji sedî 1,7 e.
Di bersiva heman pirsê de dema bêbiryar tên belavkirin rêya dengên partiyên siyasî wiha ye:
AKP: %29,4
CHP: %26,9
ÎYÎ Partî: %15
HDP: %11,1
MHP: %7,1
DEVA: %4,5
Partiya Pêşerojê: %2
Erdogan li hember 4 namzedan jî winda dike
Li gor bersivên beşdarên rapirsiyê li ser pirsa “Di tura yekem a hilbijartina bê ya serokkomariyê de eger ev kesane bibin berbijêr dengê xwe didin kîjanî?: Di hevrikiya Erdogan-Akşener de Erdogan ji sedî 39,8 û Akşener jî ji sedî 42,3ê dengan werdigire.
Di hevrikiya Erdogan-Kiliçdaroglu de jî Erdogan ji sedî 39,1 û Kiliçdaroglu ji sedî 44,0ê dengan werdigire.
Di hevrikiya Erdogan-Îmamoglu de Erdogan ji sedî 37,8 û Îmamoglu ji sedî 50,2ê dengan werdigire.
Herwiha di hevrikiya Erdogan-Yavaş de jî Erdogan ji sedî 37 û Yavaş ji sedî 49,4ê dengan distîne.