TR KU SO
FB X
Cîhan

Rapora C-130 hat eşkere kirin: Di balafira leşkerî de ti şopên êrîşê nehatin dîtin

Admin İ
Edîtor
📅 03 nîsan 2026 13:48

PeyamaKurd - Rapora dadwerî ya cendirmeyan derbarê ketina balafira barhilgir a leşkerî ya Tirkiyê (C-130) de hat amadekirin.

Li gorî raporê, di balafira ku li nêzîkî sînorê Gurcistan-Azerbêcanê ketibû xwarê de, tu delîlên destwerdana derve, teqemenî yan jî êrîşeke bi çek nehatine dîtin.

Di vê qezayê de 20 leşkerên Tirkiyê miribûn. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku di analîzên kîmyewî û fîzîkî yên li ser kavilên balafirê de, ti madeyên gumanbar nehatine dîtin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdiayên ku digotin "balafir ji aliyê Îsraîlê ve hatiye xistin" wekî "dezenformasyon" bi nav kir û giliyê sûc li ser xwediyê van îdiayan kir.

Parve bike: