TR KU SO
FB X
Cîhan

Rayburn li Rojhilata Navîn geriya û rewsa Sûriyê gotûbêj kir

Admin M
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2020 04:51

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê Joel Rayburn ragihand ku li Tirkiyê, Misrê, Bahreynê, Îsraîlê û Rojavayê Kurdistanê geriyaye. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkê Rayburn ji 28 ê mehê û vir de li van welatan geriyaye. Wezaret di ragihandinê de weha got:

“Nûnerê taybet li Îsraîlê, Tirkiyê û Misrê li ser halê Sûriyê rawestiyaye. Van babetên bingehîn; têkoşîna bi tehdîdên hevpar re û di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ya jimar 2254 de, bo ji halê Sûriyê re çareseriyekî aştiyane û mayînde bêdîtin bû.”

Rayburn di 4-5 ê mehê de tevlî civînên Diyaloga Manamayê ya li Bahreynê bûye û di 7 ê mehê de li rojavayê Kurdistanê bi rêvebirên koalîsyonê re bi HSD ê re hevdîtinan kiriye.

Parve bike: