TR KU SO
FB X
Cîhan

Rayedarê Amerîkî: Hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê dê şerê dijî terorê birêve bibin

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2026 09:32

PeyamaKurd - Rayedarekî pilebilind ê DYAyê ragihandiye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê, hêzên pêşmerge û asayîşa Herêma Kurdistanê dê hevahengiya xwe xurt bikin û bi hev re şerê li dijî terorê li seranserê Iraqê birêve bibin.

Hat destnîşankirin ku ev pêngava hevbeş ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya herêmên cuda yên welat xwedî girîngiyeke stratejîk e û piştgiriya hêzên navdewletî ji bo vê hevahengiyê berdewam dike.

Hat diyarkirin ku operasyonên hevbeş ên di navbera artêşa Iraqê û hêzên Herêma Kurdistanê de dê li dijî şaneyên razayî yên terorîstan werin zêdekirin.

Rayedarê amerîkî tekez kir ku tenê bi hevkariya temam a di navbera Bexda û Hewlêrê de mimkun e ku gefên ewlehiyê yên li ser herêmê bi temamî ji holê rabin.

Parve bike: