Reîsî, bersiva Biden da: Em ne çêleka dosanî ne!
PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Joe Biden ku piştgiriya xwepêşandanên li Îranê dike, nerazîbûn nîşan da û bi gotinên tund bersiva Biden da.
Îbrahîm Reîsî, bi rastlêhatina “Roja Têkoşîna Li Dijî Emperyalîzma Gerdûnî ya Neteweyî” de tevlî xwepêşandanên li ber Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya berê bû û li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden ku di kampanyaya hilbijartinê de gotibû “Xem nekin, em ê Îranê azad bikin. Ew ê di demeke nêz de xwe rizgar bikin.” bersiveke tund da.
Reîsî li ser nêzîkahiya Biden got,
“Îran, 43 sal berê hat rizgarkirin û em ê bi tu awayî nebin çêleka doşanî. Xelkê Îranê, gelek caran beretekên xwe nîşan dan. Nifşê nû jî îro xwedî heman nêrînê ye.”
Îbrahîm Reîsî, di axaftina xwe de bi bîr xist ku Îmam Humeyni Amerîkayê wekî ‘Şeytanê Mezin’ pênase dikir û got ku
“Emperyalîzma gerdûnî, ji bo berjewendiyên xwe amade ye ku berjewendiyên gelek mirovan tune bihesibîne û wan tune bike. Amerîka, dixwaze ji welatên din sûdê werbigire. Tevî ewqas kuştinan, xwe wekî parêzvanên mafên mirovan pênase dikin.”