Cîhan
Reîsî: Îsraîlê li Xezeyê xeta sor derbas kir!
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got ku Îsraîlê li Xezeyê xeta sor derbas kiriye û gefa şerekî herêmî xwar.
Li demeke ku artêşa Îsraîlê di şerê dijî Hamasê de, operasyonên asmanî û bejahî li Xezeyê zêde kirine rde, serokomarê Îranê ragihand ku Îsraîlê xeta sor derbas kiriye û dibe ku ev rewş zorê bide her kes bikeve tevgerê.
Reîsî, li ser medya civakî Xê parvekirin kir û rexne li Amerîkayê girt ku Washington dixwaze ew li hember Îsraîlê ti tiştekî nekin, lê Amerîkayê di peyamên xwe yên bo Aliyê Berxwedanê de, bersiveke zelal wergirtiye.