TR KU SO
FB X
Cîhan

Reîsî kabîneya xwe ya hikûmetê pêk anî: 2 wezîr Kurd in

Admin L
Nivîskar
📅 26 tebax 2021 13:02

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, kabîneya xwe ya hikûmetê pêk anî û di nav kabîneya wî ya ji 17 wezîran pêk tê de, 2 wezîr Kurd in.

Ji bo wergirtina baweriyê ya wezîrên pêşniyarkirî, karekî dijwar li ber Îbrahîm Reîsî tunebû, piraniya parlamenteran nêzîkî wî ne. Ji ber vê yekê, ji hemû wezîrên pêşniyarkirî, tenê Wezîrê Perwerdehiyê bawerî wernegirt û 16 namzetên din bi dengên parlamenteran bûn wezîr. Reîsî diyar kir; êdî kabîneya hikûmetê û parlamento wê bi hev re kar bikin.

Ji 17 wezîrên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, 2 wezîr Kurd in û li parlamentoyê bawerî wergirtin. Hucetullah Ebdulmelekî xelkê bajarê Qurwe yê parêzgeha Sine weke Wezîrê Kar û Xweşdebara Civakî û Îsa Zarpûr weke Wezîrê Pêwendiyan hatin diyarkirin, ku ew ji xelkê parêzgeha Kirmaşanê ye.

Îbrahîm Reîsî destnîşan kir: “Em bi cidî ji bo zindîkirina rêkeftina atomî û rakirina dorpêçan dixebitin, lê tevî vê yekê em pêşketina welat bi rakirina dorpêçan ve girênadin. Karê me yê pêşî pêwendiyên dostane ye ligel welatên cîran û em girîngî didin dîplomasiya aboriyê.”

Biryar e roja Pêncşemê, yekem civîna kabîneya nû ya Îbrahîm Reîsî birêve biçe.

Parve bike: