Cîhan
Rejîm li Idlibê top avêt leskerên Tirkiyê: 1 mir û 2 birîndar bûn
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku li Idlib a Sûriyê, hêzên rejîmê bi topan li leşkerên Tirkiyê dane û di encamê de 1 leşker jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker birîndar bûne. Wezaret mijarê weha ragihand:
“Mirovên me bo agirbesê li Idlibê ne û rejîm bi topan êrîşê ser leşkerên me kiriye û di êrîşê de 1 leşkerekî me şehîd ketiye û 2 leşkerên me birîndar bûne. Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatine destê me; hêzên me li wan hêzên rejîma Sûriyê xistine û di encamê de 8 tank, 4 alavên herbê yên zirxî, 5 topên obusê, 2 roketavêj hatine îmhakirin û 56 leşkerên rejîmê hatine kuştin.”