TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Esed 2 gund ji destê opozîsyonê derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2019 21:44

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Beşar Esed 2 gundên bakurê rojavayê Hemayê ji destê çekdarên opozîsyonê derxistin.

Rojanmeya El Wetan a nêzîkî rêveberiya Şamê ragihand ku artêşa Sûriyê bi hevkariya êrîşên esmanî yên Rûsyayê du gundên bakurê rojavayê Hemayê yên El Cabîn û Tel Melah ku serê meha Hezîranê ketibûn destê hêzên opozîsyonê, kontrol kirin.

Li gorî amarên medyayî di şerê 3 mehên dawî de li bakurê rojavayê Sûriyê zêdetirî 400 sivîlan can daye û li gorî dezgehên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî 440 hezar kes jî ji wê herêmê koçber bûne.

Parve bike: