Cîhan
Rejîma Esed li Idlibê agirbesê û sertê xwe bi hevre danî
PeyamaKurd- Heya niha her çendîn rejîma Sûriyê bi mutabaqata Idlibê ya ku li Soşiyê û Astanayê îmzekiribûn ku li Idlibê êrîş nên kirin û li deverê şerê heyî ji ortê rakin, rejîma Sûriyê û Rûsya êrîşên xwe heya niha dewam dikin.
Lê niha serokê rejîma Sûriyê Beşer Esed bo agirbesa li Idlibê bi şert agirbesa xwe danî. Do piştî nîvê şevê û bi şûn de agirbesê danî û got ger muxalif bi sîlihên xwe yên giran ve, xwe ji Idlibê 20 km dûr bikin, wê agirbes dewam bike. Heya niha ji leşkerên muxalif ti bersiv nehat dayîn.