Rejîma Esed: Me balafireka Îsraîlê xist
PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa SANA yê ya dewleta Sûriyê roja bazarê balafireka Îsraîlê ku balafirgeha T4 ya Sûriyê xistibû hedefa xwe,ji aliyê sîstema hewayî ya Sûriyê de hatine xistin û fuzeyên ku avêtine baregeha Hûmûsê îmha kirine.
Li baregeha Humusê ya hewayî de grûbên biyanî yên ku ji aliyê Îraniyan de tên destekkirin dimînin. Ajans nûçeya xwe ya ku çavkaniya wê dibe ser bingehên leşkerî weha dibêje:
“Sîstema me ya hewayî ya parastinê bersiva êrîşa ku Îsraîlê bo ser baregeha T4ê ya Hûmûsê kir,çend fuzeyên wan xist. Sîstema me balafireka ku êrîş dikir xist û kir ku yên din bi paşde bizivirin.”
Îsraîl hêj ti beyan nedaye. Di navbera 3 an 4 mehên dawiyê de Îsraîl êrîş dibe ser hêzên rejîma Îranê û piştgirên wan yên li bajarên Humusê, Kuneytrayê, Dera û Şamê.