TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Sûrî 2 bajarok kontrol kir û xaleke artêsa Tirkiyê dorpêç kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2020 23:26

PeyamaKurd Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê êrîşên ser herêmên di destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de berdewam dike û herî dawî jî bajarokên Armaniya û Mere Hitatê yên Helebê kontrol kir û xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê jî dorpêç kir.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî dorpêçandina hêzên rejîma Sûriyê Tirkiyê jî tank, wesayîtên zirxî û derdora 20 leşker li deriyê têketina gundê Keferamîm ê li rojhilatê bajarokê Seraqibê bi cih kirin.

Hat ragihandin ku şerê li derdora bajarê Helebê didome û komên çekdar hewl didin li aliyê bakurê Helebê bi pêş bikevin.

Parve bike: