Cîhan
Rejîma Sûriyê 2 name ji NY re sandin...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê du name ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şandine û tê de destnîşan kiriye ku operasyonên artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê welat nayên rawestandin.
Wezareta derve ya Sûriyê di nameyan de ji KENY re ragihandiye ku komên çekdar û bi taybet Heyet Tehrîr El Şam êrîşên xwe yên li ser sivîlan li parêzgeha Heleb û Idilbê berdewam dikin. û tenê di vê hefteyê de di encama êrîşên komên çekdar de 23 sivîl hatîne kuştin.
Wezaretê destnîşan kiriye ku operasyonên artêşa Sûriyê li bakurê rojava li dijî komên çekdar ranawestin û dê berdewam bin heta ku terorîst bi temamî werin jinavkirin.