Cîhan
Rejîma Sûriyê Idlibê kiriye navenda bombebaranê
PeyamaKurd- Balafirên rejîmê navçeya Idlibê ya bi navê Erîhayê bombebaran kir û di encamê de 1 kes mir û 20 kes birîndar bûn. Vê carê balafir jîngehên sîvîl xistin hedefa xwe.
Piştî êrîşê xebatkarên parastina sîvîl dest bi xebatê kirin da birîndar û cenazeyan ji bin enqazên xaniyan derxin.