TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Sûriyê û SMO serekî dijwar dikin

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2020 23:02

PeyamaKurd- Li rojhilat û bakûrê Idlibê di navbera artêşa Sûriyê û SMO ya ku Tirkiye destekê didê, şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Ragihandin ji aliyê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) de hat kirin. Şerê navbera her dû aliyan bêhtir li devera El Fîtera yê diqewime.

SOHR, di ragihandina xwe de dibêje ku herêm ji aliyê artêşa Sûriyê de tê bombekirin û bi bombebaranê re, li devera Serakibê artêşa Sûriyê êrîşê noqteyên ku SMO lê ne dikin.

SOHR dibêje ku li herêmê şer û pevçûn dewam dikin û 2 endamên SMO yê ji aliyê artêşa Sûriyê de hatine girtin.

Parve bike: