Cîhan
Rejîmê bo yên ku dixwazin ji Idlibê derkevin 'Korîdora Ewlekariyê' vekir
PeyamaKurd - Artêşa Sûrîye bo sîvîlên dixwazin ji Sorana Îdlibê derkevin 'Korîdoreke Ewlekarîyê' vekir.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku Korîdora Ewlekarîyê bo sîvîlên li bakurê Hamayê jî hatiye vekirin. SANA vê agahiyê dispêrê Wezareta Derve ya Sûrîyê.
Hêzên hikûmeta Sûrîyê ji dawiya Nîsanê vir ve operasyona dijî herêma Îdlibê gur kiribûn û di operasyonan de sîvîl jî hatibûn kuştin.
Sazîyên navneteweyî Artêşa Sûrîyê bi kuştina sîvîlan tawanbar kiribû.