Reuters dibêje li Tirkiyê partiyeke nû tê damezirandin û dema wê jî eskere kir
PeyamaKurd – Yek ji şêwirmendên Ali Babacan ji ajansa ingîlîzî ya Reutersê re axivî û diyar kir ku bi îhtimaleke mezin wezîr û cîgirê serokwezîr ê berê w bê payizê bi Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul re partiyekê damezirîne.
Wî şêwirmendî jî Reutersê re gotiye, “partiya nû ya ku dê bê damezirandin dê polîtîkayên salên ewil ên AKPê biparêze.”
Heman şêwirmendê ku navê wî nehat eşkere kirin daye xuyakirin ku bi hinek parlementerên AKPê û siyasetmedar û akademîsyenan re hevdîtin têne kirin. Wî got dibe ji nava parlementerên li meclisê hejmarek veqete û beşdarî partiya nû bibin û bi vî awayî dibe li meclisê komekê ava bikin.
Li Meclisa Tirkiyê ji bo ku partiyek li meclisê bibe kom, bi kêmanî divê 20 parlementerên wê hebin.
Ji aliyê din ve serkirdeyekî AKPyî jî da zanîn ku haya wan ji hewildanên damezirandina partiyeka nû heye.
Wî serkirdeyî herweha gotiye, “Babacan kesayeteke xurt û rêzdar e. Bi damezirandina partiya nû re elbet wê bandor li AKPê bike lê AKPê di ji bin vî barî rabe.”