Reuters: Îran û Çîn peymana sîstema bergiriya hewayî îmza kirin
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku Îran ji bo sîstema bergiriya hewayî ya xwe xwurt bike ji Çînê di navbera 300-400 heb sîstema bergiriya hewayî ya ku dikare ji ser milan bavêjin, ji bo bikire peyman îmza kiriye.
Bende ne ku sewqiyata ewilî di nav çend hefteyan de bibe, lê wezareta karên derve ya Çînê ragihand ku xeber derewe û eslê xeberê tine. Hem hat gotin ku artêşa Pakistanê dê di sewqiyatê de rola wê hebe lê Çînê wê agahiyê jî red kir.
Reuters binkeya xebera xwe dibe ser 3 çavkaniyan. Di xeberê de miqdarê peymanê li dora 60-70 milyon dolare û di nav peymanê de, malê hiberîna Çînê sîstemên QW-12 û FN-16 hene mişqdarê wan di navbera 300-400 heban de ye, ji ser milên xwe çekê davêjin.
Reuters radigihîne ku peymana di navbera Îranê û Çînê de, di rêya şîrketa nawenda wê Hong Kong ya bi navê Zhongqing Baoshang International Investmente û pê re peyman îmza kirine.
Sîstema ku behsa wê dikin yekîneyên biçûk dikarin hilgirin, dikarin di wextekî kurt de deynin û ciyên wan biguhêrin.