TR KU SO
FB X
Cîhan

Reutersê ragihand: YPG bi tevahî vekisiya!

Admin V
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2018 14:22

PeyamaKurd- Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi tevahî ji bajarê Minbicê derketine.

Li gorî agahiyên Reutersê hêzên YPGê bi tevahî ji Minbicê derketin û qontrola bajêr ji Meclîsa Bajêr ya Leşkerî re hiştin ku meclîs ji kesên Minbicî pêk tê. Ev demeke dirêj bû ku Tirkiyê dixwest YPGê ji bajêr derkeve.

Li gorî Associated Pressê (AP) jî pirsgirêkeke di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, bi vî rengî hate çareserkirin.

Piştî demeke dirêj Tirkiye û Amerîka meha bûrî li ser Minbicê li hev kiribûn. Li gorî vê levhatinê hêzên YPGê wê ji bajêr derkevin û leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê bi hev re dewriyê bavêjin.

Parve bike: