Cîhan
Reveberiya Balafirvaniya Sivîl a İraqê: Asmanê me vekirî ye û nehatiye girtin
PeyamaKurd - Revebiriya Balafirvaniya Sivîl a Îraqê ragihand ku asmanê welat bi ti awayî nehatiye girtin û geştên asmanî berdewam dikin.
Lê belê, ji ber şer û êrişên dualî yên dawiyê yên di navbera DYA û Îranê de, Tehranê biryara girtina asmanê xwe da.
Ji ber vê yekê, hemû seferên asmanî yên Komara Îslamî ya Îranê yên ber bi balafirgehên Îraqê û bi taybetî Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ve hatin betalkirin.
Rêveberiya Balafirgeha Necefê da zanîn ku rojane derdorî 15 heta 20 seferên asmanî ji aliyê xetên hewayî yên Îranê ve ber bi Necefê ve dihatin kirin, lê piştî kûrbuna aloziyê ev geşt hemû rawestiyane.
Ev biryar di dema pêleke nû ya êrişên hewayî yên Amerîkayê li ser baregehên Îranê û bersivdayînên mûşekî yên Tehranê de hat girtin.