Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê (RBD) heq da Amerîkayê
PeyamaKurd- Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê (RBD) heq da Amerîkayê ku li dora 7.5 mîlyar dolar îlawe baca gumrikê bo Yekîtiya Awrûpayê danîbû. Sedema danîna baca îlawe ya gumrikê ew bû ku Yekîtiya Awrûpayê di rêyên ne rewa de, destekê dabû şîrketa balafiran ya bi navê Airbus ê.
Di navbera Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê de ev 15 sale ku li ser Boeing-Airbusê li hev nakin. Endamê komîsyona ji bazirganiya YA yê berpirs Cecilia Malmström, piştî biryarê bi nivîskî peyamekî ragihand û got:
“Eger Amerîka biryara Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê cîhbicî bike, di destê me de yek çare ew e ku em bersiva Amerîka bidin. Gumrikên her dû aliyan wê zerarê bide rêxistinên bazirganî, hemwelatiyan, bazirganiya kureyî û seha hewakariyê.”
Du şîrketên mezin ku di dinyayê de balafiran çêdikin ya Amerîkayê Boeing û Airbus a ku Fransa, Almanya, Îngîltere, Îspanya û Hollanda tê de şirîk in.