TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêxistina Es-Sebabê car din êrîs kir: 20 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 04 îlon 2022 02:11

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Somaliyê rêxistina terorê ya Eş-Şebabê car din êrîşê ser konwoyekî kir û di encamê de 20 kes hatin kuştin. Êrîş li devera Hîranê, do bi şev di wexta ku konwoyekî derbas dibû hat kirin.

Piştî êrîşê ku 20 kes hatin kuştin, di konwoyê de kamyon û mînîbusên ku hebûn agir berdan wan û bi temamî 7 alavan şewitandin.

Rêxistina Eş-Şebab êrîşê girt aliyê xwe. Li Somaliyê gelek caran êrîşên weha ji aliyê Eş-Şebabê de tênkirin.

Parve bike: