TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêya Iraq û Sûriyê vebû: Yekem karwan derbas bû

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2019 21:13

PeyamaKurd – Piştî dagirkeriya DAIŞê ya sala 2014an cara yekem bi vekirina sînor re karwaneke otobûsan bi rêya bejahî ji Iraqê derbasî Sûriyê bû.

Çavkaniyeke parastina sînorê Iraqê ragihand ku bi armanca serdana mezarê Seyide Zêneb a Şîeyan li Şamê, îro du karwanên otobûsan ji Iraqê bi rêya bejayî derbasî Sûriyê bûn.

Çavkaniyê diyar kir, “Ew her du karwan di riya bajarê Qaim re derbasî Sûriyê bûn, ku ev rê piştî dagîrkirina DAIŞê ji wê navçeyê re di sala 2014an de yekem car e rê tê vekirin.”

Beriya niha hatibû ragihandin, xebat li ser tê kirin ku deriyê sînorî yê Qaimê li parêzgeha Enbarê di demeke nêzîk de bi fermî bê vekirin.

 

Parve bike: