Roebuck derbarê Tirkiyê de daxuyanî da: Sûcê serî û paqijiya nijadî kirin
PeyamaKurd – Cîgirê Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûriyê James Jeffrey, William V. Roebuck, diyar kir ku hêzên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer û paqijiya nijadî kirin.
Rayedarê amerîkî V. Roebuckda zanîn ku rêveberiya Trûmp ji bo astengkirina êrîşênTirkiyeyê yên “Operasyona Kaniya Aştiyê” li Bakurê Sûriyeyê bi rêve dibe, hewildaneke bi qasî tê xwestin nîşan neda û ji ber vê çekdarên îslamîst yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, sûcên şerî û paqijiya nijadî kirin.
Di nivîsa navxweyî ya rojnameya New York Timesê bi dest xist de Cîgirê Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûriyê James Jeffrey, Wîllîam V. Roebuck, daxwaz dike ku Amerîka mueyîdeyên dîplomatîk ên tund bixe dewrê, gefa pêkanîna aboriyê li Tirkiyeyê mezin bike, dewriyeyên leşkerî zêdetir bike û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê asteng bike.
Li gorî nûçeya BBC Turkçe yê, Roebûck di nivîsa de wiha dibêje: “Ev biryareke zehmet e û wisa xuya dike ku wê bersiva wê ‘na’ be. Lê em bersivê nizanin, ji ber ku me ne ceribandiye.”
Roebuck, di nîşeya xwe ya kurt a di New York Tîmesê de, êrîşên Tirkiyeyê bi awayekê pir tund rexne dike û diyar dike ku komên çekdar ên îslamîst ku Tirkiye piştgiriya wan dike, kurdên ku dîl girtine, qetil dikin.