TR KU SO
FB X
Cîhan

Roja hilbijartinên Îranê diyar bû

Admin M
Nivîskar
📅 28 sibat 2019 00:41

PeyamaKurd-Berdevkê wezareta karên hundir yê Îranê Seyîd Selman Samanî roja hilbijartina parlementoya Îranê bo ajansa ISNA yê weha ragihand:

“Hilbijartina giştî ya dewra 11 emîn parlementerên meclisa Îranê wê di 21 ê sibata 2020an de bê kirin.”

Li Îranê di meclisê de 290 kursî hene û hilbijartina meclisa temsîlkaran ji 4 salan carekî û ya Meclisa Pisporan ji 8 salan carekî çêdikin. Hilbijartina Meclisa Pisporan ya 5 emîn di 26 ê sibata sala 2016an de hatibû kirin lê bi sedema ku hinek ji wan mirine, wê di navberê de hilbijartina wan jî çêbibe.

Endamê Meclisa Pisporan raste rast ji aliyê xelkê de tên hilbijartin û xwediyê 86 kursiya ye.

Parve bike: