Cîhan
Roja hilbijartinên mehellî yên Tirkiyê diyar bû
PeyamaKurd- Roja hilbijartinên mehellî diyar bû û di rojnama fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin. Li gor ragihandina Rêxistina Bilind ya Hilbijartinê; hilbijartin di 31 ê adar a 2019an de roja yekşemê ye. Hilbijatinên mehellî ji 5 sala carekî tê kirin.
Di nava hilbijartinên mehellî de, hilbijartina şaredaran û endamên meclisan hene. Kesên ku di karê dewletê de wezîfedarin, divê heya roja 1 ê meha 12an dev ji karê xwe yê fermî berdin. Di nava wan de memûrên dewletê, rêvebirên partiyan yên navçeyan û parêzgehê, rêvebirên sendîkayan, yên bankayên giştî û yên li meqamên dadweriyê û hwd hene.