Cîhan
Rojhilata Navîn | Ji Qeter û Amerîkayê daxuyaniya Îranê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman Al Sani ragihand ku Qeter ji bo kêmkirina ragêşiya di navbera Amerîka û Îranê de hewil dide.
Abdurrahman Al Sani got, “Em di wê baweriyê de ne ku divê aliyên peywendîdar bi hev re peywendî deynîn. Ev yek heta hetayê wiha dewam nake.”
Sanî destnîşan kir ku Umman, Iraq û Japonya jî di nav de gelek welat ji bo kêmkirina ragêşiyan di navbera Amerîka û Iranê dedi nava hewildanan de ne,
“Ev hemû welat ji bo encamên ragêşiyê nîgeran in. Qeter û welatên din ên herêmê ji bo kêmkirina ragêşiyê ketin nava hewildanan. Me hem bi Amerîkayê re û hem jî bi Îranê re hevdîtin pêkanîn.”
.