TR KU SO
FB X
Cîhan

Rojnamevana muxalîf a Rûs agir berda bedena xwe û xwe sewitand

Admin L
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2020 18:11

PeyamaKurd – Rojnamevana Rûs Irina Slavina, piştî peyama li dijî Kremlinê, li bajarê Nizhniy Novgorod, li ber avahiya Wezareta Navxwe agir berda bedena xwe û xwe şewitand.

Slavina berî xwe bişewitîne di Facebooka xwe de peyamek li ser mirina xwe belav kir û got: ‘‘Ez dixwazim hûn berpirsiyarê mirina min, Federasyona Rûsya bibînin.’’

Irina Slavina rojnamevanek muxalîf bû û roja Pêncşemê polîsan girtibûn ser mala wê û lêgerîn kiribûn, dest danîbûn ser komputerên wê. Irina berpirsiyara malperek întenetê ya li dijî sansûrê disekiniya bû. Irina berpirsiyara giştî ya malpera Koza Press bû. Wê gelekî li dijî sansurê çalakî dikirin.

Demek berê Irina bi sedema heqaret li Hikûmetê kiriye bi pera hatibû cezakirin. Di derbarê Îrina de peyamnêrê BBC Moskova Sarah Rainford dibêje: ‘‘Her dem ew aciz dikirin, gelek caran polîsan ew digirtin û gelek caran jî cezayê peran didanê. Ew jinek gelekî çalak bû.’’

Parve bike: