TR KU SO
FB X
Cîhan

Rojnamevanê medya DAISê hat desteser kirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 îlon 2020 19:27

PeyamaKurd - Hêzên îstîxbarata Wezareta Navxwe ya Iraqê îro 13ê Îlonê ragihand,  rojnamevanekî ji medyaya Amaq a rêxistina terorîst a DAIŞê re kar dike hatiye desteserkirin.

Îstixbarata Iraqê da xuyakirin, ew terorîstê hatiye girtin li xwe mikur hatiye ku ew li Kerkûkê weke rojnamevan ji bo rêxistina DAIŞê karên medyayî kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku binemala wî terorîstî jî DAIŞî bûne û berê jî bira û bavê wî jî karê çekdarî ji bo DAIŞê kirine û di operasyonan de hatine kuştin.

Parve bike: