TR KU SO
FB X
Cîhan

Rojnameya Brîtanî: Îranê tîmên teror û sûîqestan sand Iraqê

Admin S
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2018 18:26

PeyamaKurd - Rojnameya Brîtanî Daily Telegraphê ragihand ku, Îranê çend tîmên teror û tirsandinê şandiye Iraqê da ku li dijî kes û derdorên neyartiya Îranê dikin bikar bîne.

Li gor rojnameyê Îranê ew tîmên terorê bi fermana fermandeyê hêza Quds ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê şandine Iraqê bûne.

Daily Telegraph destnîşan dike ku armanca wan tîman serkutkirin û bêdengkirina kesên neyartiya Îranê dikin e û dide xuyakirin, wan tîman meha tebaxê sûîqest li Razî El Tanî yê nêzîkî rêberê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî kirine, lê nekarîne wî bikujin.

Parve bike: